Li gorî nûçeya ku kovarê dispêre du rayedarên tenduristiyê yên herêmî, tenê di 8 û 9’ê Çileyê de nêzî 30 hezar kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin. Di van her du rojan de xwepêşandanên herî girseyî di pêla protestoyên heyî de çêbûn.
Rayedaran ragihandin ku di rojên navborşî de hejmara cenazeyan kapasîteya tahliyeyê ya dewletê derbas kiriye û di morg û yekîneyên tenduristiyê de kêmbûnên cidî çêbûne. Li gorî îdiayê; rayedarn di torbeyên cenazeyan de jî pirsgirêkan jiyan dikin; li şûna ambulansan kamyonên romorkên nivî hatin bikaranîn.
Protestoyên li Îranê di dawiya meha Kanûnê de, ji ber krîza aborî ya kûr û enflasyona bilind, hat destpêkirin û di demek kin de veguherî çalakiyên siyasî ku avaniya otorîrter a Komara Îslamê hedef digre. Hêzên ewlehiyê di xwepêşandanan de mudaxileyên tund kirin.
Rêxistinên mafên mirovan jî têkildarî hejmara miriyan, daneyên cuda parve dikin. Human Rights Activists in Iran (HRANA) a naveda wê DYA, heta niha 5. 495 mirinan piştrast kir û 5. 149 ji van xwepêşandar in. Rêxistinê her wiha diyar kir ku hewl didin 17. 031 mirinên bi guman piştrast bikin.
Li gorî HRANA’yê di dema zextan de 7. 403 kes bi giranî birîndar bûn û 40.887 kes hatin binçavkirin. Aktivîstan destnîşan dikin ku piştrastkirina hejmara miriyan dem digre; yek ji sedemên sereke ya vê qutbûna înternetê ya ji aliyê rêveberiya Îranê ve ye.
Rayedarên Îranê jî bi fermî ragihand ku heta îro 3.117 kes jiyana xwe ji dest dane. Balyozxanetya Îranê ya li Cenevreyê got ku zêdeyî 2. 400 kesên ku jiyana xwe ji dest dane, di “fealiyetên terorê” de jiyana xwe ji dest dane. Rêveberiya Tehranê îdia kir ku li pişt êrîşan Îsraîl û DYA’yê heye û delîlekî şênber ji bo van îdiayan neda.